Di encama teqîna mayînekê de 11 sivîlên Efrînê şehîd bûn

Di encama teqîna mayînekê li herêmên di bin serweriya Hêzên Rêjîma Sûriyê de 11 sivîl şehîd bûn û zarok jî birîndar bû.

11  sivîlên Efrînê di nava zarok jî hebûn ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin û ji bo tedawiyê berê xwe dan bajarê Helebê, duh di saet 12:00`an de di encama teqîna mayînekê ku ji aliyê Rêjîmê ve li gundê Til Cebîn ê navbera Şehba-Heleb de, hatibû bicihkirin şehîd bûn û zaroka bi navê Robel Mihemd Bekir birîndar bû.

Nasnameyên şehîdan wiha ye: Fîdan Xelîl (62), Şêrîn Hemed Wesîmo (30), Hesen Syido (86), Qudret Mûsa Silêman (65), Hemîda Xelîl Hiso (23), Rohîn Yasir Ebdo (6 meh) û Yasir Hesen Ebdo (36) ji gundê Qestel Cendo ne û hemû ji pêkhateyên Êzidî ne, herwiha Zekiya Mihemed Bekir (56), Newroz Menan Mihemed (30), Welat Mihemed Bekir (6), Nûjîn Mihemed Bekir (3) ji gundê Qere Baba yê herêma Raco ne.

Cenaze li goristana şehîdan a navçeya Ehres a herêma Şehbayê hatin definkirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …