Di encama bombebaranê li ser gundê Berbenê 3 sivîl şehîd bûn

 EFRÎN – Di encama bombebarana  balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Berbenê yê Racoyê 3 sivîl şehîd bûn û 18 jî birîndar bûn.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker, vê sibê gundê Berbenê yê girêdayî herêma Racoyê bombebaran kir, di encamê de 21 sivîl birîndar bûn.

Sivîl rakirin nexweşxaneyeke bajarê Efrînê, ji ber ku rewşa du sivîlan giran bûn, şehîd bû.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên Emîna Mihemed Mustefa (80) Ebdulrehman Xelîl (43) û  Nûrî Cuma ji bin enqazan derxistin.

Birîndarên ku rewşa wan giran e, di bin kontrolê de ne.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …