Di Çalakiyên bi bandor ên ku li Efrînê hatin li darxistin de 3 çete hatin kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, hêzên me dî dîroka 2’ê Cotmehê de li gundên navçeya Raco û Bilbilê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên cûda pêk anîn. Di derheqê çalakiyên ku hatin lidarxistin de agahiyên berfireh wiha ye;

 

1. Di dîroka 2’ê Cotmehê de yekîneyek me seyareyeke leşkerî ku çeteyên Firqet El-Hemzat-Firqa duyemîn a li gundê Hec Xelîl a navçeya Raco vediguhest çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de seyare hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî giran birîndar bûn.

 

2. Di heman dîrokê de yekîneyek me li ser riya diçe gundê Şêxûrzê ya navçeya Bilbilê kemîn ji çeteyekî Sultan Murad-Firqa yekem re danîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG

  3’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …