Di Bersîvdayîna Hêzên Me Da Li Ser Êrîşan.. 18 Çete Hatin Kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete li hember heremên me êrişên xwe bênavber didomînin. Êrişên ku ji roja 19ê Mijdarê ve hîn berfirehtir bûn de bi piranî welatiyên sivîl û saziyên aborî û xizmetguzarî tên hedef kirin. Li kêleka topbaranên ku her roj li hember heremê tên lidar xistin, hewldanên çeteyên dagirker yên êrişên bejahî jî çêdibin. Di rojên borî de gelek hewldanên çeteyên dagirker hatin têk birin.

Di roja 4ê Kanûnê de, li bajaroka Til Temirê, ji gundê Dibsa ya ku li rojavayê bajaroka Til Temirê ye, çeteyên dagirker xwestin êrişê heremên me bikin. Di encama bersivdayinê hêzên me de 4 çeteyên dagirker hat kuştin, ev hewldanê êrişê hat têk birin.

Di roja 5ê Kanûnê de, dîsa li bejahiya bajaroka Til Temirê, ji gundê Êrişa çeteyên dagirker hewldanek din kirin ku bikevin heremên me. Hêzên me bersiva vê êrişê dan û di navbera çeteyên dagirker û yekineyek me de pêvçûn derket. Di encama vê pêvçûnê de 6 çete hatin kuştin. Herwiha 2 çekên AK-47, dûrbînek şevê û telefonek hat desteser kirin.

Di roja 7ê Kanûnê de, komek çete yên ku li gundê Mişêrfa Ramo ya di navbera Til Temir û Serêkaniyê de ye, bi cîh bûbûn, hewldan ku êrişê heremên me bikin. Ev hewldanê çeteyan hat têk birin û di encamê pêvçûnan de 4 çete hatin kuştin.

Di roja 8ê Kanûnê de, li bejahiya bajaroka Zirganê, ji baregeha çeteyên dagirker ya li gundê Bab El Xêr hewldanek din ya êrişê çêbû. Di encama bersivdayinê hêzên me de 4 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

Di encam de bi giştî 18 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

13 Kanûn 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …