Di 48 saetan de QSD’ê gihîşt Dêrazorê

 

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD’ê di çarçoveya hemleya “Bagera Cizîrê” de pêşveçûneke ber biçav pêk anî û karibû di 48 saetan de bigihêje ber deriyên bajarê Dêrazorê û herêmeke berfireh li rojhilatê çemê Feratê rizgar kir û riya alîkariya bi DAIŞ’ê re birrî.DI-48-SEATA-DE-QSD-GIHISTE-DEREZORE ‫(1)‬ ‫‬

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rex hemleya xwe ya rizgarkirina bajarê Reqqayê, ji bo deverên girêdayî Herêma Cizîrê û rojhilatê çemê Feratê “gundewarê rojhilatê Dêrazorê” ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike beriya çend rojan hemleya xwe ya leşkerî di bin navê “Bagera Cizîrê” de dest pê kir. Hemle ku di roja xwe ya pêncemîn de ye bi awayekî ber bi çav ber bi bajarê Dêrazorê ve herikî û herêmeke berfireh ji çeteyên  DAIŞ’ê rizgar kir.

Hemle ji du aliyan ve hate destpêkirin, a yekemîn Ebû Fas – Dêrazor bû û li vir şervanên hemleyê karibûn 67 km ber bi bajarê Dêrazorê ve rizgar bikin. A duyemîn jî Ebû Xeşeb – Dêrazor bû û li vir jî şervanên QSD’ê pêşveçûneke ber biçav pêk anîn û devereke bi dirêjahiya 47 km ber bi Dêrazorê ve rizgar kirin.

Ji destpêka hemleyê ve şervanan gelek gund û deverên weke “El-Hicêfat, Humir El-Tewîl, El-Erbîdî, gundê El-Malîha, Reqeb El-Hikûmê û devera pîşeyî ya bajarê Dêrazorê” bi gihştî rizgar kirin. Her wiha riya di navbera bajarê Dêrazorê û Hesekê de hate birîn ku çeteyan hewl didan êrîşên xwe ji Dêrazorê bi ser Hesekê ve pêk bînin.

Di vê pêşveçûna bi lez a hemleya “Bagera Cizîrê” diyar dibe ku tevî hemû dijwariya pevçûnên şervanên QSD’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêşveçûna wan gelekî ber biçav e.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin pêşveçûna şervanan a ber bi bajêr ve bi gelek rêbazan rawestînin û got ku çete siwareyên bombebarkirî û êrîşên xwekujî bi awayekî zêde bikar tînin.

Ebû Xewla destnîşan kir ku helwesta welatiyên bajêr gelekî bi coş e û wiha got: “Welatî û xizmên me yên di bajarê Dêrazorê de bi dilgermî li benda rizgarkirina wan ji destên tarîtî û terora çeteyên DAIŞ’ê ne.”

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku bi destpêkirina hemleyê re bi dehan ciwanên bajarê Dêrazorê beşdarî nava Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bûne.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …