EFRÎN – Rêveberiya nexweşxaneyên Efrînê diyar kir di 13 rojên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê de , 104 welatiyên sivîl şehîd bûn û 156 sivîlên din jî birîndar bûn.
Rêverberiya nexweşxaneyên Efrînê bi civîneke çapemenî hejmara şehîd û birîndarên sivîl ên Efrînê eşkere kir.
Di civîna çapemenî de, ji rêvberên nexweşxaneyên Efrînê Ciwan Mihemed axivî û diyar kir ku ji ber êrîşên hewayî û çekên giran li ser herêma Efrînê, hemû bijîşk û kadroyên tenduristî ji roja yekê ya êrîşê ta niha li ser karê xwe ne.
Ciwan destnîşan kir ku ji dîroka 20`ê çile û heta niha 104 welatiynê sivîl şehîd bûne û 156 sivîlên din jî ku jin, zarok û kesên temen mezin di nav de hene, birîndar bûn û rewşa gelek ji wan jî xeter e.
https://www.youtube.com/watch?v=44DmPewk378
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ