Dewreyeke din a şervanên nû ya YPJ’ê bi dawî bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Akedemiya şehîd Nejbîr ya YPJ‘ê dewreya Şehîd Şîlan a şervanên nû bi hejmarekî 43 kesan perwerdeya xwe ya birdozî û leşkerî qedandin.

Dewre bi merasîmeke leşkeri ya bi heybet hat bi dawîkirin.

Şervanan YPJ’ê yên ku pêkhateyên wê Kurd û Ereb bûn, bi hêza ku ji perwerdê girtin soza xwe dan.

Di merasîmê de Fermandariya YPJ‘ ê Evîndar Efrîn axivî û di axaftinên xwe de wiha got: “ Me îro perwerdeya xwe di rewşekî awarte de bi awayekî ewle bi dawî kir. Em vê dewreya perwerdê di serî de li Rêber Apo Şehîdên Şoreşê, hevalen amade û hevalên ku di perwerdê de cihê xwe girtin em pîroz dikin. Hêzên desthilatdar ên ku êrîşî xaka Kurdistanê dikin û roj bi roj dixwazin Kurdistanê dagir bikin em jî li hemberî van êrîşên wan her roj hêzên xwe xûrt dikin bi rêxistin dikin û mezin dikin. Ev perwerde wê di asta herî jor de bibe  bilind kirina xeta Şehîdên jin û bi tevahî Şehîda. Çawa ku Şehîd Arîn di Kobanê de xeta jina azad gihand lutkeya herî jor îro jî li Efrînê Avesta xabûr di wê astê de bû sembola jina azad ya berxwedêr. Di kesayeta hevalên kû di asta Fedaî tî de canê xwe dan wê rihê berxwedêr ê jin her demê zindî bimîne. Li hemberî her cûre êrîşên dagirkeriya dewleta tirk em her demê amedene ku li berxwe bidin û êrîşên dijmin têk bibin.  Di çi astê de dewleta tirk êrîş dike bila bike îro em hemû Avesta ne û berxwedêrê Efrînê ne. Herî dawî em dibejin wê ev perwerde bibe vesîleya  bersiva êrîşên ku li hemberê Efrînê tên meşandin.”

Şervanan dewreya xwe piştî sozdayînê, bi coş, moral û bi girtina dîlanan bi dawî kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …