GIRÊ SPÎ – Li Akdemiya Şehîd Rojda ya YPJ′ê dewreya 4′emîn a perwerdeyê dest pê kir.
Dewreyê bi tevlîbûna 24 şervanên YPJ′ê yên ji bajarên Reqa, Dêrezor, Kobanê û Qamislo hate vekirin. Di vekirina derwreyê de fermandarên QSD,YPJ′ê amade bûn.
Dê dewre 45 rojan dom bike û wê de dersên ″siyasî, bîrdozî, edyolojî û leşkerî werin dayîn.
merasîma vekirina dewreyê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Paşê Fermandara YPJ′ê Dilbirîn Sadiq axivî û da zanîn ku jinê li Rojava serî hilda, kesayeta xwe ava kir û hebûna xwe di civakê de îsbat.″
Şeravana YPJ′ê Nûda Girê Sipî diyar kir ku piştî ew tevlî nava refên YPJ′ê bû, têgihişt ku jin ji koletiyê azad bûye û diyar kir ku jinên dixwazin ji zulm û koletiyê azad bibin, bila tevlî nava refên YPJ′ê bibin.
Di dawiyê de şervanan dîlan gerandin.