Dewreya perwerde ya ciwanan bi dawî bû

GIRÊ SPΠ– Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a bajarê Girê Spî dewreya perwerde ya 8`emîn bi dawî kirin.

Dewreya perwerde ya Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk bi tevlîbûna 20 ciwanan destpê kir û 15 rojan berdewam kir. Di perwerdeyê de li ser waneyên bîrdozî (girîngiya perwerde, Federalî, netewa demokratîk û jiyana hevbeş) hat dayîn.ZELIXA EBDELA

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demkratîk a Girê Spî Zelîxa Ebdo di merasîmê de axivî. Zelîxe Ebdo di destpêka axavtina xwe bidawîbûna dewreya perwerde li beşdarvanên perwerde pîroz kir û got:ʺ Em bawerin ku de ciwan ji civakê re pêşengtiyê bikin û bibin fermandarên rastiyêʺ.

Bi navê Hêza Parastina Civakî (HPC) Ibrahîm El-Îsa jî di merasîmê de axivî û bang li ciwanan kir ku piştgiriya yekîtiya biratiya gelan û jiyana hevbeş bikin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …