Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke hate lidarxistin.
Merasîm bi tûraneke leşkerî dest pê kir. Paşê bi navê QSD‘ê berpirsê akademiyê Kanî Ehmed axivî. Ehmed qedandina dewreya 5‘emîn a fermandaran pîroz kir û hêvî kir erka xwe ya li beramberî parastina welat pêk bînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Kanî Ehmed destnîşan kir ku Sûriyê di rewşeke hestiyar re derbas dibe, ji hundir û derve rastî êrîşan tê û wiha got “Welatê me ji hundir rastî êrîşên bi armanca parçekirinê tê. Li ser vê yekê pêwîste em baldar û hişyar bike.”
Kanî Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku şervanên QSD‘ê wê bersiva êrîşan ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ve têne kirin, bidin.
Di dawiya merasîmê de, şervana sunda leşkerî xwarin.