Dewleta Tirk qirkirina Kurdan li Efrînê didomîne, bi sedan sivîl hatin qetilkirin

EFRÎN – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê qirkirina Kurdan didomînin. Heta niha gelek komkujî hatin kirin û bi sedan sivîl hatine qetilkirin.
Li gorî agahiyan, duh beşek ji gelê Efrînê yên ku dixwestin vegerin Cindirêsê bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Di vê konvoyê de, derdorê 300 kes hebûn, tekez e ku li vir komkujiyek mezin çebûye lê hejmarek zelal nîne, lê hejmar derdora bi sedan kesa ne.
Her wiha beşek ji gelê Efrînê ku dixwestin careke din vegerin bajar, di ketina bajar de bûne hedefa topbaranê û gelek sivîl hatin qetilkirin. Li vir jî hejmarek zelal nîne.
Di heman demê de, agahiyên ku ji Efrînê hatine, du welatparêz di nav bajar de ji alî çeteyan dewleta Tirk ve hatine serjêkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …