Dewleta Tirk kampa Etme ya koçberan topbaran kir

EFRÎN –Topên ku Artêşa Tirk li dijî Efrînê bikar tîne li kampa koçbera ya Etmê jî ket. Di encamê de hejmarek welatiyên koçber birîndar bûn. Dewleta Tirk îda kir ku top ji aliyê YPG’ê ve hatiye avêtin, YPG jî îda deriwand.

Îro yek ji topên ku Arêtşa Tirk bi ser gelê sivîl ê Efrînê ve dibarîne li kampa koçberan a Etmê ya Idlibê ket. Di encamê de hejmarek welatiyên koçber birîndar bûn. Dewleta Tirk îda kir hêzên YPG’ê top ji aliyê xwe ve avêtine, Berdevkê Fermî yê YPG’ê li Efrînê Birûsk Hesekê derbarê mijarê de daxuyanî da û îdaya dewleta Tirk deriwand.

Daxuyaniya Berdevkê YPG’ê wihaye: “

Em wekî hêzên YPG’ê ji roja yekem me ji raya giştî re tekez kirin û hîn jî em tekez dibêjin ku kiriyarên teroirst lîstokek qirêj ji aliyê dewleta Tirk û komên tundra yên girêdayî wê ye. Bi vê yekê têkçûyînên xwe yên li ber berxwedana hêzên me ya li Efrînê veşêrin.

Hêzên me ne mumkine bi tu awayan sivîlan hedef bigirin, lê dîroka dewleta Tirk û komên wê yên terorist bi sûcên li dijî mirovahiyê û çêkirina derewan tijî ye. Ji ber vê yekê em ji raya gitşî ya cîhanê re radighîn in ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku terora xwe ya li ser sivîlên Efrîn û Etmê rawestîne û wê neçar bike ku zextê lê bike ku têkiliya xwe bi komên terorist ên cîhadî qut bike.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …