EFRÎN – Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê, piraniya xetên xetên telefonê û internêtê qut bûne û bi awayekî gelek zehmet peywendî bi Efrînê re çêdibe.
Artêşa dagirker bi vê yekê dixwazê Efrînê ji cîhanê qut bike û komkujiyên ku li Efrînê dike veşêre.
Ji duh ve heta niha, artêşa Tirk a dagirker gelek komkujî li Efrînê pêk anî û zêdetirî 45 sivîl şehîd bûn.