Endamê Ragîhandina YPG’ê Rojhat Cûdî derbarê mijarê axivî û hemû şehîdên Qereçox bibîr anîn û bi taybet herdû hevalên xwe Rêwan û Heqî û wiha dom kir: “Dema êrîşa pêk hat, saet derdora 02.30’an bû. Di wê kêliyê de 26 balafirên dagirkeriya Çiyayê Qereçox bombebaran kirin. Wan dizanî ku ew der noqteyek leşkerî ya girêdayî YPG/YPJ’ê ye. Her wiha navenda sereke ya Ragîhandina YPG/YPJ’ê bû.”

Cûdî di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku dema êrîş pêk hat, hêzên QSD’ê li Reqa û Tebqayê cih li çeteyên DAIŞ’ê teng kiribûn û wiha dom kir: “Serkeftinên hêzên QSD’ê û têkçûyîna paytexta DAIŞ’ê ne li gorî xweşiya dewleta Tirk bû.  lewma xwest hemleya rizgarkirina Reqayê asteng bike. Ji ber dewleta Tirk hêza sereke ya piştgiriyê dide çeteyan.”

Cûdî derbarê êrîşan de jî got ku êrîşên dewlet Tirk li dijî pirojeya biratiya gelan û serkeftinên li Rojava hatine bidest xistin pêk tên û wiha dom kir: “Dema dewleta Tirk Çiyayê Qereçox bombebaran kir, wan texmîn dikir ku dikarin dawî li hebûna YPG/YPJ’ê li Rojava bn in û îradeya şervanan bişkîne. Lê tişta li ser erdê pêk hat, berûvajî vê yekê bû. Hêzên YPG û YPJ’ê demil dest  bi hemleyên tolhildana şehîdan kir.”

Endamê Ragîhandina YPG’ê Rojhat Cûdî di dawiya axaftina xwe de jî soz da ku ew ê heta dawî şopdarên riya şehîdan bin û ji bo pêkanîna hêviyên wan tekoşîna xwe dewam bikin.

Endamê Radyoya Dengê Rojava Mîrav Qamişlo ku dema êrîşa li ser Çiyayê Qereçox amade bû derbarê mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Di wê şevê de êrîş bi lez pêk hat. Artêşa Tirk bi 26 balafiran êrîşa li dijî çiyayê biçûk ê Qereçox pêk anî. Êrîşa wan bi taybet li dijî Radyoya Rojava ku bi dengê biratiya gelan tê zanîn. Bibû dengê hemû serekftinên ku hêzên QSD’ê li tavahî herêman pêk tan.”

Mêrvan di axaftina xwe de her wiha destnîşan kir ku dewlet aTirk bi van êrîşên xwe wê nikaribe wan dûrî xebata wan bike û ev tişt anî ziman: “Emê heta dawî şopa ku hevrêyên me Heqî û Rêwan danîne bidomîn in.”

Dewleta Tirk di 25’ê nîsana sala derbasbûyî de bi balafirên şer êrîşî Çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê kir. Di encamê de Endamên Ragîhandina YPG’ê Heqî bagok û Rêwan jî di nav de bi 20 şervan şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ