Dewleta Tirk dibistanan bombebaran dike

EFRÎN – Piştî mizgeft û cihên dîrokî, Artêşa Tirk vê carê dibistan û cihên perwerdeyê jî bombebaran kirin. Da ku zarokên Efrînê ji xwendinê bêpar bike.EFRIN-DEWLETA-TIRK-DIBISTANA-TOPBARANDIKE (5)

Artêşa Tirk a dagirker dibistanên Şehîd Demhat a navîn û Amadeyî, her wiha dibistana Şêxmûs a seretayî û navenda Komîteya Perwedeya Demokratîk ên navçeya Raco ya Efîrnê ruxandin. Di heman demê de Artêşa Tirk dibistana Şehîd Şîlan a gundê Çelemê ya herêma Cindirê û dibistana Şehîd YÛsif û dibistana gundê Qurnê yên navçeya Bilbilê rûxandin.

Ji bilî dibistanên hatine ruxandin, hemû dibistanên herêma Efrîn ji bo ewlekariya xwendekjaran hatine girtin. JI ber vê eykê zêdeyî 40 hezar xwendekar ji xwendina xwe bêpar mane.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî mal, dikin û hemû deverên sivîl ên Efrînê dikin. Di heman demê Mizgeft û cihên îbadet û perwedeyê jî ji êrîşên wan ne filitîn. Ji ber bombebaran û êrîşa Arêtşa Tirk bi sedan dibistanên Efrînê hatin girtin û bi sedhezaran xwendekar ji perwedeyê bêpar man.

Dibistana Şehîd Demhat, ku ev 10 sal hatibû avakirin. Ew dibistana 4’an li navçeya Racoyê ye, lê Artêşa Tirk a dagiker wê bombebaran kir û beşek mezin jê ruxandin.

Artêşa Tirk a dagirker hemû tiştî bombebaran bi awayekî hovane bombebaran dike.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …