Şêniyên Efrînê 58 rojan di bin bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê de liber xwe dan. Bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. gelek ji wan hîn jî têne dermankirin.

Hin malbat bi temamî birîndar bûn. Birînên hinan ji wan giran e. Şêniyên Efrînê di hemû şert û mercan de li kantona Şehbayê liber xwe didin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja 2’ê adarê de otobîsek ku welatiyên sivîl lê siwar hatbibûn hedef girt. Bûyer saet di 06.00’an de pêk hat.

Malbata Hesen Mustefa (53) bi hin malbatên din re ji ber êrîşa hovane ya Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derketin. Malbatê bibîr xist ku wê rojê top bi ser serê wan de dibariyan.  Di bûyerê de jineke xityar û zarokeke 10 salî şehîd bûn, her wiha 18 sivîlên din birîndar bûn.

Di bûyerê de bapîra hersê xwîşkan a bi navê Emîna Mustefa ya 85 salî şehîd bû. Malbata ku ji dayîk, bav û sê keçan pêk dihat, li Efrînê bi aramî jiyan dikirin. Di xebata di nav zeytûnan de jiyana xwe pêk tanîn. Hersê xwîşk jî di bûyerê de birîndar bûn, hersiyan ronahiya çavê xwe yê rastê winda kirin.

Tevî bûyera ku gelek zirar bi malbatê kir, lê carde jî dayîka hesê xwîşkan Semîra Hesen dibêje raste wan ziyan dîtiye, hersê keçên wê çavekî xwe winda kiriye lê her tişt fedayî Efrînê ye.

Bavê hersê xwîşkan jî bîranên xwe yê di nava darên zeytûnan de bibîr anîn û got ku wan bi xebata xwe ya di nava darên zeytûnan de debara xwe ya jiyanî pêk tanîn û ev tişt anî ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku em ê vegerin Efrîna azad.”

Pêwîstiya hersê xwîşkan Feyrûz Mustefa (35), Nedîfa Mustafa(19) û Elya Mustefa (12) bi dermankirina lezgîn heye, da ku karibin careke din bi çavên xwe bibîn in.

Hersê xwîşk dema birîndar bûn, li nexweşxaneya Avrîn di hatin dermankirin. Elya çend rojan di bin çavdêriyê de ma, lê paşê neçar bûn ku berê xwe bidin navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê.Niha li noqteya Heya Sor a Kurd dermanan distîn in. Lê ji ber ku bijîşkên çavan nîne, rewşa zor e. Pêwîstiya hersê xwîşkan bi dermankirina pir lezgîn heye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ