Dewleta Tirk a dagirker ji komkujiyan têr nabe!

EFRÎN – Hejmara şehîdên komkujiya gundê  Cilbirê zêde bû. Her wiha di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Efrînê zarokekî din şehîd bû.

Duh balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Cilbirê yê Efrînê pêk anî. Di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 12 sivîlên din jî birîndar bûn. Her wiha hinek sivîl di bin enqazan de man. Lê ji ber gera balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser gund,  ekîpên rewşên awarte nikaribûn cihê komkujiyê baş lêkolîn bikirina.

Çavkaniyan dane zanîn ku niha cenazeyên du zarokên ku di komkujiya gundê Cilberê şehîd bibûn û cenazeyên wan di bin enqazan de bûn, gihîşt nexweşxaneyên Efrînê. Her du zarok nasnameyên wan ev in: Samî Mihemed Hisên 16 salî, Ehmed Qidor Rehmano.

Bi vê yekê re, hejmara şehîdên komkujiya gundê Cilberê gihît 9 şehîdan.

Di heman demê de, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser  gundê  Eltana yê girêdayî herêma Raco de, zarokê bi navê Mihemed Xelîl Bekir ê 10 salî şehîd bû.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …