Dewleta dagirker dermanxaneyên Efrînê hedef digire

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker sivîl û navendên zindîtiyê yên Efrînê hedef digire û dermanxaneyên ku dermanan ji sivîlan re peyda dikin, têne hedef digire.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser navenda Bajarê Efrînê û navendên wê yên zindîrtiyê, zêde kirine. Dagirkeriya Tirk bi vê yekê dixwaze dorpêça li ser sivîlan teng bike. Tê zanîn ku tevî metirsiya pêkanîna komkujiyeke li ser sivîlan, civaka nevneteweyî bêdeng e.

Bi sed hezaran sivîl û koçber li Efrînê di bin bombebaranê de, jiyan dikin. Her wiha Dewleta Tirk a dagirker sivîl, navendên zindîtiyê û cihên giştî hedef digire.

Tevî ku derman li Efrînê pir kêm mane, dagirkeriya Tirk dermanxaneyek nêzî çarçerêya Kawayê Hesinkar a navenda Bajarê Efrînê hedef girt. Di encamê de dermanxane tam hate rûxandin.

Tê zanîn ku ji ber bombebarana dagirkeriya Tirk, duh 13 sivîl şehîd bûn, her wiha bi dehan sivîl birîndar bûn û gelek mal hatin rûxandin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …