Derbirîna Hestan Ji Bo Rêber APO

Ronahiya Riya Mirovahiyê Rêber APO

Serokê min tu çavkaniya jiyana me yî.

Eger  jiyanek  bi wate neyê jiyan kirin emê nikaribin ji wê jiyanê re bibêjin jiyan e. Lê bi fikir û felsefeya te em bûn xwedî jiyana bi wate.  Te jîn da jiyanê, dengê te di dilê min de bûye qêrîn û hewar. Bêrîkirina  min a ji bona dîtina te her ku roj derbas dibe zêdetir dibe.  Dilê min dilerize ji bona te.

Rêberê min her şev, her roj, her meh, her sal û demsal tu di xeyalê min de yî. Tu ji bona me ronahiya jiyanê û roja me yî, ji ber ku mirovek dema di nava taritiyekê de bimîne tu ji riya wan re dibî ronahî. Ew ronahiya fikir û felsefeya te li tevahî cihanê belav bûye.

Felsefa te ji bona tevahî jinan bûye riya xwe rizgarkirin û xwe gihandina azadiya bê dawî. Ji bona tevahî zarokan jî tu bûye hêviya siberojên azad. Fikrê xwe ji bona te nivîsandin ji bona me fermaneke herî pîroz û bi wate ye,  Pêwîste ez binivîsînim, lê ez vê jî dizanim ku ez her çiqas binivîsînim jî wê kêm bimîne ji ber ku gotin têre pênasekirina te nake. Di ronahiya perspektîfên te de, em riya xwe ronahî dikin û xwe digihînin heqîqeta ebedî.

Rast jiyan kirin û rast pêk anîn erka me ye,  ji ber ku em milîtanên te ne, di heman demê de ji bona ku em Serokatiya xwe azad bikin pêwîste em tekoşîna rast jiyankirin bidin. Ji bona vê jî wek şervaneke azadiyê çi ji min were xwestin ezê pêk bînim. Ji bona vê jî beriya her tiştekî wek şoreşgereke ciwan ezê xwe pêş bixim. Da ku em xwe bigihînin te.

Ey Serokê min;

Dixwazin min ji te dûr bixin

Naxwazin hesretên me bi dawî bibin

Lê nikarin û wê nikaribin

Ji ber ku ciwan dibêjin em fedayî Rêber APO ne

Lêgerînvanên heqîqetê ne

Şervanên doza Serokê xwe ne

Şopdarên Zîlan û Egîdan e

Em ciwanên pêşerojê ne.

 

Stêrk Gever Demhat

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …