Derar: Cenga Mezin serkeftina tunekirina DAIŞ‘ê ye

 

    BEŞÊ  RAGIHANDINA  BUROYA YPJ Ê    – Hevserokê MSD′ê Riyad Derar da zanîn ku Cenga Mezin bersivdayîneke xurt a li dijî hemû astengiyên ragihandin, siyasî û leşkerîye û destnîşan kir ku Cenga Mezin şerê şervanan ê dewamkirina rizgarkirina Sûriyê ye.

Têkildarî îlankirina Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hat destpêkirin, Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ANHA‘yê re axivî.

Derar anî ziman ku rizgarkirina Reqqayê bi keda Hêzên Sûriyeya Demokratîk û piştevaniya Koalîsyona Navdewletî, dewam dike û got: “Cenga ku îro dest pê kir , serkeftineke mezin ji bo bi dawîkirina DAIŞ‘ê ya li herêmê ye, bi taybet li paytexta wê Reqqa û gundewarê wê.”

Derar destnîşan kir ku, tevî hemû astengiyên ku ji aliyê hin hêzên hundirîn û herêmî ve dihatin derxistin operasyona rizgarkirinê nehat rawestandin, operasyon gihaşt qonaxa serkeftinê û got: “Ev ceng berhema efsaneyên qerhemaniyên hêzên QSD`ê Yên li Kobanê, Girê Spî, Hol, Şedadê û Minbicê ye. Di heman demê de bersivdayîneke xurt a ji hemû astengiyên ragihandin, siyasî û leşkerî ye. Wê vîna şervanên me û israra wan a di rizgarkirina Sûriyê neyê şikandin, her wiha ev ceng bersiv û tolhildana êrîşa ne merd a li ser Qereçoxê ye.”

Riyad Derar di berdewama axaftina xwe de gotin ku rizgargikirina Reqqa wê riya pêşveçûnan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk a ber bi herêmên başûr û rojhilat ve veke û wê wan ji DAIŞ‘ê bistîne û wiha anî ziman: “Wê ev ceng gelên herêmên ku ji ber hovîtiya DAIŞ‘ê êş dikişandin, rizgar bikin û wê bihêle ku civak xwe li gorî rêveberiya xweser, bi rêve bibe.”

Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk Diyad Derar hemû hêzên ku beşdarî Cenga Mezin a Reqqayê bûne û di serî de Yekîneyên Parastina Jin ku ji cengê re pêşengtî kir, silav kir û banga hevgirtinê li dijî hêzên terorîst kir.”

ÇAVKANÎ:HAWAR

 

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …