Depoyekî din a çek û cebilxanê kete destê QSD`ê

REQA – Pêşveçûna şervanên QSD′ê li taxa Hena didome û di encamê de depoyekî çek û cebilxaneyê, kete destê şervanên QSD`ê.REQQA-DITINA-CEK-U-CEBELXANE ‫(128975364)‬ ‫‬

Şervanên QSD′ê li navenda bajarê Reqayê de pêşve diçin. Di vê çarçoveyê de li taxên Nehda ya dikeve aliyê  rojava û Endelus a dikeve aliyê bakurê bajêr şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ′ê de rû da.

Her wiha li taxa Hena ya dikeve navenda bajêr di encama xebatên paqijkirinê de, şervanên QSD`ê depoyekî çek û cebilxaneyê û hejmareke mezin ji telefonên ku bombeyan ji dûr ve diteqînin tê de bûn, dîtin. Her wiha di depo de hejmarek ji mûşekan jî hebûn

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …