DAIŞ`ê di “Paytexta” xwe de têk diçe: 27 çete hatin kuştin

REQQA – Li taxa El-Rewda ya Reqqayê ku şerên giran li wir diqewimin, 27 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û termê 11 ji wan kete destê şervanan.

Pêngava Rizgarkarkirina Reqqayê ku di roja 34`an de dewam dike , şervanên QSD`ê roj bi roj bi pêşve diçin  û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê de, dixin.

Di vê çarçoveyê de, di encama şerên dijwar ku heta niha li taxa El-Rewda ya aliyê rojhilat ê bajarê dikeve dewam dike, 27 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û termê 11 ji wan kete destê şervanan.

Her wiha şervanên QSD`ê destdanîn ser 8 çekên kilaşînkof, 3 B7, doçkayeke 12.5, 2 çekên Lav ên artêşa Tirk a dagirker, 10 guleyên tangê û 3 cîhazên ji cûreya Hîdra.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …