DAIŞ`ê di ‘Paytexeta’ xwe de têkdiçe

 

REQQA – Çeteyên DAIŞ`ê ku tirsê xwe li cîhanê belav kiribûn, îro li ‘paytexta’ xwe Reqqayê derbeyên giran dji şervanên QSD’ê dixwe. Şervanên QSD’ê ku ji hemû welatiyên Sûriyê ne roj bi roj cihên stratejîk ji çeteyan rizgar dikin.

QSD`ê di 6’ê hizêrana îsal de hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê dane destpêkirin. Di serî de QSD`ê xetên parastina çeteyan a rojhilatê bajêr şikandin û taxa El-Meşleb rizgar kirin. Li rojavayê bajêr jî taxa El- Sibahiye rizgar kirin.

QSD`ê ber bi navenda bajarê Reqqayê ve pêşveçûna xwe domand û taxa sînayî ji aliyê rojhilat ve û taxa El-Romanî ya bakurê rojavayê bajêr rizgar kirin û ziyanên mezin gihandin can û cebilxaneyên çeteyan. Tevahî xetên parastina çeteyan, erebeyên bombekirî, tektîk, tonel û balafirên keşfê nikarîbûn li pêş pêşveçûna QSD`ê bibin asteng.

Bi rizgarkirina taxa El-Betanî ya ji rojhilat ve QSD`ê piraniya xetên parastina çeteyan di bajêr de şikandin û berê xwe dan navenda bajêr. Di 22`ê Hezîranê de QSD`ê hemleyeke mezin ji bo rizgarkirina taxa El-Qadisiye pêk anîn, ev tax ji çeteyan re xwedî girîngiyeke mezin bû. Giringiya taxê ew e ku tax dikeve navîna hemû taxên rojavayê bajêr û taxên Hitîn bi taxa Yermûk, taxa El-Deriye bi taxa Hitîn, texa El-Nehde bi taxa Sibahiye ve girêdide.

QSD`ê piştî şerên ku 3 rojan hatine domandin, karîbûn di şeva 25/Hezêranê de taxa El-Qadisiye bi tevahî ji çeteyan rizgar bike, tevahî xetên parastina çeteyan jî nikaribûn li pêş pêşveçûna hêzên QSD`ê bibin asteng.

Çeteyan hewil dan taxê vegerînin, di 27’ê hezêranê de bi 5 erebeyên bombekirî û 3 komên xwekujî êrîş kirin. QSD`ê bersiva êrîşan dan û berî ku erebeyên bombekirî bigihêjin armancên xwe, teqandin.

QSD`ê ber bi navenda bajêr ve pêşveçûna xwe domandin û karîbû têkevin taxa El-Rewde ji rojhilat ve, taxên Hitîn, El-Diriye, El-Yermûk û El-Nihede ji rojava ve. Ev taxên han ji çeteyan re xwedî giringiyeke stratejîk bûn, ew wek xetên parastina navenda bajêr bûn.

Fermandarê şerên eniya rojavayê bajarê Reqayê Zinar Sorî destnîşan kir wan di şerên dijwar ên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de karîbûn xetên parastinê yên çeteyan ên derdora bajêr bişkînin, piştre jî xetên parastina navenda bajêr şikandin. Her wiha destnîşan kir ku wan tevahî êrîşên çeteyan ên li dijî xalên QSD’ê vala derxistin.

Zinar Sorî derbarê çekên ku çeteyên DAIŞ`ê bikar danîn wiha got: “Çeteyên DAIŞ`ê tevahî çekên wek Fûze, top, erebeyên bombekirî, êrîşên xwekujî, her wiha sekvan û balafirên bi rêya kontrolê bombeyan dibarînin jî bikar danîn. Hêzên me li dijî çeteyan xwedî tecrûbeye û baş dizane çawa xwe ji şêwaz û rêbazên çeteyan biparêzin.”

Sorî destnîşan kir ku rojane endamên çeteyan xwe radestî QSD`ê dikin û destnîşan kir ku çete di bajêr de têkçûne û nikarin li hemberî pêşveçûna QSD`ê biskinin.

Zana Sorî di dawiya axaftina xwe  got: “Morala me pir bilind e, em şerê DAIŞ`ê di baregeha wê de dikin, DAIŞ`ê ku tirs li cîhanê belav kiribû îro rastî derbayên ji kuştinê yên hêzên me tên , me tevahî pîlanên DAIŞ`ê rûxandin, ji ber ku em ne tenê ji bo yek gel yan yek netew şer dikin, em şerê terora ku tirs li hemû cîhanê belavkiriye dikin û dê dawiya wê li ser destên şervanên me were.”

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …