‘Dagirkeriya Tirkiyeyê çanda gelên herêmê armanc dike’

STOKHOLM – Berdevka Fermî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê di êrîşên xwe de binesaziya herêma Efrînê û şûnwarên wê ku çanda gelên herêmê vedibêje armanc dike.

NESRIN

Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah li avahiya parlemana Siwêd girêdayî êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî Efrînê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Civîn ji aliyê Partiya Kesk a Siwêdê ve hate organîzekirin û berpirsyarê têkliyên derve yê partiyê Valtêr Mot û parlemanter Cebar Ferman beşdar bûn.

Nesrîn Ebdullah di destpêkê de behsa berxwedana dîrokî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û QSD’ê li dijî hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê kir û got ku armanca dagirkeran ew e ku projeya demokratîk a welatiyên Bakurê Sûriyeyê têk bibin.

Nesrîn Ebdullah got ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê ne tenê welatiyên sivîl armanc dike, lê belê gelek êrîş li dijî cihên dîrokî û şûnwaran ku dîroka çanda gelên herêmê vedibêjin armanc girtin. Her wiha gelek deverên xizmetguzarî û binesaziyên herêmê bombebaran kirin û wiha anî ziman: “Hovîtiya dagirkeran di êrîşên li dijî Efrînê de û lîstina wan bi cenazeyan hemû qanûn û pîvanên navnetewî û şeran binpê dikin.”

Li aliyekî din li ser banga Yekîtiya Komleyên Emerîka Latîn ku ji 40 sazî û komeleyan pêk tê, li paytexta Siwêdê Stokholmê dîdargehek hate lidarxistin û têde bi dehan baldarên karûbarên Kurdî ji ronakbîr, akademîsyenên Siwêdê û bi dehan Kurdistanî beşdar bûn.

Dîdargeh ji aliyê Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah û nûnerê Rêveberiya Xweser li Siwêdê Şiyar Elî û Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Siwêdê Azad Heyder ve hate birêvebirin.

Di dîdargehê de Nesrîn Ebdullah behsa şoreşa azadiyê li Bakurê Sûriyeyê û rola şervanên YPJ’ê di pêşengtiya şoreşê de kir û got ku bandora wan li jinên Bakurê Sûriyeyê û giştî cîhanê mezin bû.

Nesrîn Ebdullah di axaftina xwe de behsa destkeftiyên şoreşa Bakurê Sûriyeyê kir û got ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê nasîn û da zanîn ku li dijî gelên herêmê û bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a faşist ve komployên qirêj tên meşandin.

Nesrîn Ebdullah di berdewama axaftina xwe de behsa berxwedana dîrokî ya gelê Kurd li Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê kir û got ku rola şervanên YPJ’ê li dijî dagirkeriya li Efrînê mezin e û ji bo komplo û lîstokên li dijî gelê Kurd vala bêne derxistin, hemû pêkhateyên herêmê hevgirtina hevûdu xurt kirine.

Nesrîn Ebdullah helwestên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û dostên gelê Kurd li seranserî cîhanê silav kir û banga berdewama piştgirî û alîkariya bi şoreşa azadiyê re kir.

Di dawiyê de dîdargehê de Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah pirsên beşdaran bersivandin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …