EFRÎN – Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker du navendên serjêkirina sewal û mirîşakan li bajarê Efrînê rûxandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şevê din di saet 23:30`an de du navendên serêjkirina sewalan û mirîşkan li başûr-rojavayî bajarê Efrînê rûxandin.
Her wiha zêdeyî 15 pez jî mirin.
Berpirsê navenda serjêkirinê Xelîl Şêxmûs got ku her du navend pêwîstiya kantonê bi cih dianîn.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku artêşa dagirker Benda Meydankê, cihên şûnwarî û stasyona paqijkirina avê jî bombebaran kirin.