Home / Nûçe / Dagirkeriya Tirk hovîtiya li dijî sivîlan zêde kir

Dagirkeriya Tirk hovîtiya li dijî sivîlan zêde kir

EFRÎN – Dagirkeriya Tirk ku nikare xwe ber berxwedana gelê Efrînê bigire, çi tê ber hedef digire. EFRIN-ERISEN-DEWLETA-TIRK (1)

Berxwedana Serdemê ya li hember êrîşên dagirkeriya Tirk di roja 55ʹan de didome. Îro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hovîtiya li dijî sivîlan zêde kirin û bi çekên giran sivîl kirin hedef. Di encamê de ji şevê din û heta niha 13 sivîl şehîd bûn û 23 sivîl (ku piraniya wan jin û zarok bûn) birîndar bûne.

Çavkaniyan  hedefgirtina navenda bajarê Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve û şewitandina erebeyên sivîlan şopandin.

Topbarana li ser navenda bajarê Efrînê didome û balafirên Tirk li asîmanê bajêr digerin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Di Pişt Sînor De Ava Jiyanê Veşartîbû

Bîranîna şehîd Zîn Kobanê Di nava rojê giştî de ez li benda kêliyeke bêdeng û …