203 ciwanên bajar û gundewarên Dêrazorê li gundê Genterî ya 60 km dûrî bajarê Girê Spî ye, li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb tevlî 14′emîn dewreya perwerdeyê bûn.
Dewreyê mehekê dom kir û tê de perwerdeya leşkerî ji aliyê koalisyona navneteweyî ve hat dayîn. Piştî bidawîbûna dewreyê şervan beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûn û berê xwe dan çeperên şer.
Di dawîbûna dewreyê de, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ên Girê Spî, rûspiyên êlên Ereb û Fermandarên QSD/YPG′ê, amade bûn.
Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre şervanan soza parastina axa welat û destkeftiyên şehîdan dan.
Piştre Fermandarê QSD′ê Mîlîtan Efrîn axivî û bal kişand ser rola QSD′ê di rizgarkirina Reqayê de, vegot û da zanîn ku QSD′ê mînaka hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê ye.
Mîlîtan diyar kir ku erka rizgarkirina Dêrazorê dikeve ser mile ciwanên wê û bidawîbûna dewreyê pîroz kir.
Di dawiyê de, govend hat gerandin.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ