Cihên ku balafirên Tirk ji şevê din heta vê kêliyê hedef girtine

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG′ê ya bajarê Efrînê ragihand ku ji şevê din heta vê kêliyê di encama bombebarana li ser  Kantona Efrînê de hejmarek sivîl birîndarên bûne.

Fermandariyê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên şevê din heta vê kêliyê yên balafirên Tirk ên li ser Efrînê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

″Şevê din balafirên Artêşa Tirk a dagirker tevahî Kantona Efrînê bombebaran kirin û cihên niştecihbûna sivîlan hedef girtin. Bombebaran saet di 22.00′yê şevê de dest pê kir û heta saetên derengiya şevê dom kir.

Şera: Balafirên Artêşa Tirk gundên Êzidiyan ″Bafûnê, Erebwêran, Sînka ji saet 22.00 heta saet 23.00′an dom kir.

Bilbilê: Saet di 23.30′an de balafiran derdora girê Kefirê Ker bombebaran kirin û saet di 01.00′ê de jî gundên Şerqiya, Qestelê Xidriya, Qestelê Miqdêd û Kela bombebaran kirin.

Cindirêsê: Saet di 23.00′an de gundê Kefer Şêlê rastî bombebarana balafirên Tirk hat. Di encamê de dayîka bi navê Emîne Dormiş (35) û herdû zarokên wê Mehûd û Mustefa birîndar bûn. (Bi dîmen hatiye belgekirin https://youtu.be/T6rB-HT_7FE(

Her wiha gundê Miskê rastî bombebarana balafirên Tirk hat, di encamê de sivîl birîndar bûn. Her wiha saet di 23.00′an de gundê Axcelê û girê Dok jî hatin bombebarankirin. Hat tesbîtkirin ku di encamê de sivîlek birîndar bû.

Şiyê: Îro sibehê saet derdora 10.00′ê de gundên Çeqla û Hec Bilêl rastî bomebarana balafirên Tirk hatin. Her wiha li herêmê şerekî dijwar rû da.

Şêrawa: Saet di 4′ê berbangê de balafirên Artêşa Tirk gundên Birc Silêman û Basûfanê yên Êzidî bombebaran kirin.

Raco: Îro saet di 10.00′ê sibehê de balafirên Tirk navenda herêma Racoyê hedef girtin.

Bajarê Efrînê: Şevê din saet di 23.00′an de balafirên Tirk taxa Eşrefiyê û Tirindê bombebaran kirin.

Her wiha cihê serjêkirina sewalan ê dikeve derdora bajarê Efrînê rastî bombebaranê hat, di encamê de bi sedan sewal nifiqîn. (bi wêneyan hatiye belgekirin)″

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …