Cihê ku berxwedan lê hebe, ew der warê lehengan e

EFRÎN – Beşdarî gelek pêngavên rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê bû. Di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de 12 caran birîndar bû, her ku diçe israra wî ya dewamkirina xeta berxwedê jî di hundirê wî de mezin dibe.

Şervanê QSD‘ê Elî Îbrahîm Heze, di nava hevalên xwe de bi navê Mezlûm Cizîrê tê naskirin, ji gelê Ereb ê bajarê Dêrazor e, 9 bira û 2 xuşkên wî hene.

Malabata Îbrahîm Heze ji ber aloziya li Dêrazorê koçî navçeya Şedadê kir. Di wê demê de beşeke ji navçeyê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibû dagirkirin û beşeke din jî ji aliyê QSD‘ê ve hatibû rizgarkirin. Malbatê xwe spart herêma di bin parastina QSD‘ê de. Li wir malbata fikirê vê QSD‘ê ji nêz ve nas kir, li ser vê yekê 3 ferdên wê tevlî nava refên YPG‘ê bûn û 2 jî cihê xwe di nava Hêzên Asayîşê de girtin.

Elî Îbrahîm di dema ku li navçeya Şedadê bû, bi fikirê QSD‘ê bi bondor dibe, li gorî ku dibêje wê di nava QSD‘ê de rihê şoreşgeriyê û girêdana bi xaka welat ve hîs kir, berevajî ku li gel rêjîma Sûriyê û çeteyên din dît.

Têkoşîna wê ya şoreşgerî her ku diçe zêde dide û girêdana wî ya bi hêzê mezintir dibe. Tişta ku bala wê dikişand pêşxistina bîrdozî ji leşkerî bêtir, li ser vê yekê beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê bû.

Bi dijwariya êrîşan û hemleyên rizgarkirinê ji aliyê QSD‘ê ve hatin destpêkirin, Mezlûm cihê xwe di pêngava rizgarkirina Şedadê de girt, paşê soza rizgarkirinê da gelê Reqayê û soza xwe pêk anî. Paşê jî cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê de girt. Herî dawî ango bi destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê re û li ser banga seferberiyê berê xwe dide Efrînê û beşdarî Berxwedana Serdemê bide.

Di her cihekê ku Mezlûm tê re derbas bûye an lê jiyan kiriye, kêliyên xweşî û xemgîniyê hene. Rizgarkirina her herêmekê ji tarîtiyê ji bo wî serkeftineke mezin e.

Mezlûm bi rihekî fedayî, dûrî ezeziyê şer dikir, bingeha têkoşîna ji fikirê vê hêzê digirt.

Kêliyên zehmet ên ku Mezlûm jiyan kiriye, êşa birîna wî ya ku li pêşiya çûyîna ya li eniya şer dibû asteng. Di şerên ku Mezlûm tê de cih girtibû de, 12 caran birîndar bû. Li gorî ku dibêje êşa wî ne bedenî ye, êşa wî nebeşdarbûna wê ya ji bo eniyên berxwedanê. Her çiqasî israr dikir ku têkoşîna xwe dewam bike, lê ji ber birîna wî daxwaze jî nedihat qebûlkirin.

Mezlûm di Berxwedana Serdemê de ya li hemberî êrîşên arêtşa Tirk di lingê xwe de birîndar bû. Niha li nexweşxaneyên Efrînê tê dermankirin. Mezlûm dibêje ku her çiqas artêşa dagirker çekên giran bi kar bîne jî nikare vîna wê bişkîne.

Mezlûm ku bi fikir û felseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bûye dibêje ew têkoşîna xwe dewam bike heta tevahî Sûriyê rizgar bike û got ku ew daxwaza azadiya Ocalan dike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …