Cîhan Şêx Ehmed: Pêngava Ebû Emced serkeftî didome

REQA – Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku qonaxa dawî ya pêngava rizgarkirina Reqayê ku duh bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced hate destpêkirin, serkeftî pêşve diçe.

Berdevka Fermî ya Odeyan Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed derbarê qonaxa dawî ya hemleya rizgarkirina Reqayê ku bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced hatiye destpêkirin axivî.

Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku qonaxa dawî ya pêngavê ya bi navê  Şehîd Ednan Ebû Emced di roja xwe ya duyemîn de serkeftî didome û dê îro şervan taxên Endelus û Metar werin rizgarkirin.

Cîhan Şêx Ehmed di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: “Me duh bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced Pêngava dawî ya paqijkirina bajarê Reqayê ji çeteyan da dest pê kirin. Di çarçoveya vê qonaxa pêngavê de baskên bakur û rojava gihiştin hev. Ji duh de li bajêr şer berdewam dike û hêzên me pêş ve diçin. Niha ji şeş aliyan de hêzên me operasyoneke berfireh dane dest pê kirin. Îro jî wê hêzên me taxên Metar û Endulus ji çeteyan paqij bikin.”

Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê di çend rojên pêş de bajar bi operasyoneke berfireh bi temamî ji çeteyan were paqij kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …