Cîhan Şêx Ehmed: Mizgîniya rizgarkirina tevahiya Reqayê nêz e

 

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed got:”QSD`ê wê di van rojan de, mizgîniya rizgarkirina tevahiya Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê raghîne”.

Cîhan Şêx Ehmed li ser malpera QSD`ê daxuyaniyek da û da zanîn ku şervanên wan heta niha %85 ji bajarê Reqayê rizgar kirine.

Cîhan soz da gel Sûriyê ku QSD`ê wê di çend rojên nêz de, mizgîniya rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ji çeteynê DAIŞ`ê piştî rizgarkirina çend taxên mayî û paqijkirina bajar ji mayînan, raghîne.

Ji aliyekî din ve jî, fermandarekî QSD`ê ji ajansa Rûteres re raghandiye ku êrîşa dawî li ser çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê, wê îşev werê destpêkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …