Çi gunehê wê hebû ku wisa lê kirin?

REQQA – Zaroka Reqayê Fatma ji destê çeteyên DAIŞ`ê nafilitê û dema ku buyer tê bîra wê tenê dibêje:ʺ Ez ji DAIŞ nefret dikimʺ.

Zaroka koçber Fatma El-Himêd ji bo derman ji birayê xwe yê biçûk re bîne diçe bazarê. Rastî çeteyên DAIŞ`ê tê. Çete çawa pora wê ya zer û dirêj ku kaboka wê derbas dike, dibînin wê didin seknandin. Jê dipirsin tu çima pora xwe venaşêrê û desmalê nade serê xwe? Fatma li gorî civaka ku tê de mezin bûye bersiv dide û dibêje:ʺ Hîna temenê min biçûke ku ez desmalê bidim serê xweʺ.

Pora wê dibirin

Çeteyên DAIŞ`ê zaroka biçûk ya 9 salî rehet bernadin û li pey wê diçin heyanî mala wê. Çete nasnameya bavê Fatma ji wî distînin û jê re dibêjin:ʺ Heyanî em pora keça te nebirin, em nasnameya te nadin teʺ.

Ji bîra Fatma naçe; çeteyekî DAIŞ ku maska li ber riwê wî ye, qet dilê wî bi Fatma naşewitê û pora Fatmaya biçûk dide ber cabirê û dibire.

`Ji DAIŞ nefret dikim`

Fatma anî ziman ku piştî çeteyên DAIŞ`ê pora wê qutkirine ew tirsiyaye, desmal daye serê xwe û cilên reş li ber xwe kirine.

Piştî ku pora Fatma ya dirêj û zer tê birîn, fedî dike ku desmalê ji serê xwe deyne û dema buyera birîna pora wê tê bîra wê tenê dibêje:ʺEz ji DAIŞ nefret dikimʺ.

Fatma ne tenê pora wê tê birîn, her wiha piştî ku çeteyên DIAŞ`ê Reqayê dagir dikin, ew nikare biçe dibistanê jî û mîna hemû zarokên Reqayê ji xwendin û nivîsandine mehrûm dimîne.

`Ez ji we hezdikim`

Piştî ku şervanên QSD`ê Fatma û malbata wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikin, riwê wê geş dibe û dibêje:ʺEz ji şervanan hezdikimʺ.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku bajarê Reqayê dagir dikin, zagona ku temenê keçikê 5 salan derbas bike divê serê xwe binuximîne, li ser jinê ferz dikin.

https://www.youtube.com/watch?v=K4oalULSHF8

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …