EFRÎN – Komên çete yên li gundê Batota ya girêdayî bajaroka Daritizzê bi cih bûne bi hawanan gundê Birc Silêman a girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê armanc girtin.
Li gorî nûçegihanên ANHA’yê komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ku li gundê Batota ya girêdayî bajaroka Daritizzê bi cih bûne, topên hawanê davêjin gundê Birc Silêman a girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê. Li gorî nûçegihanan du top li nava baxçeyan ketine û piştî wê jî çeteyan gule li xaniyên gund barandine û di encamê de ziyanên madî derketine. Her wiha rewşeke tevlîhev di nava welatiyên gund de derxistin.
Gulebarana çeteyan hê jî demdemî li dijî gund pêk tê.