Ji aliyekî din ve jî Artêşa Tirk a dagirker mala kesê bi navê Hesen Darmecî ya li gundê Merwaniyê ku ji wan re sîxurtiyê dike, kirine navend, da ku rê bidin welatiyan ku di nava gundên navborî re bigerin. Piraniya şêniyên gundên behsa mijarê venegeriyane malên xwe.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku Artêşa Tirik a dagirker navendeke li ser girê gundê Hêçkê ya navçeya Şiyê li ber depoya avê daniye û ji wir tevgera welatiyan kontrol dike. Welatiyên hermê dane zanîn ku Artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundên Hêçkê, Merwaniye, Sinara û Enqelê pir disekin in, ji ber hemû gund li ser sînorê Tirkiyê ne. Li vê xetê hejmara leşkerên Tirk hatiye zêdekirin, her wiha rê nayê dayîn ku welatî vegerin gundên xwe.

Li gundê Enqelê jî Artêşa Tirk şêniyên Xûta li taxa Eşreiyê ya gund de bi cih kirine. LI navçeya Şiyê jî çeteyan bendek kontrolê li ber mala ejanê xwe yê bi navê Mustefa Xelê ava bikirin.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku koma çete ya Feyleq El-Şam bargehek xwe li gundê Dêr Belût a li ser sînor çêkiriye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ