19 Adar 2018
EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê talan û wêrankirina mal û milkên welatiyên Efrînê didomînin.
Roj bi roj armancên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dibin.
Piştî ku şêniyên bajarê Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malên xwe derketin, dagirkeran dest bi talankirina malên sivîlan kirin. Ev yek di gelek dîmen û wêneyên ku li ser malper û ajansan hatin weşandin, hatin piştrastkirin.
Di dîmenekî ku gihîşt ajansa me de, tê xuyakirin ku çawa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên walatiyan talan dikin.