F.A. derbarê mijarê de  axivî û got ku Artêşa Tirk û çeteyên wê gelek zirar bi welatiyên herêmê ve kiriye û ev tişt anî ziman,”Dema balafiran li gundê me didan, me berê xwe dida şikeftan, da ku em jiyana xwe biparêz in. Di destpêka meha sibatê de bombebaran û topbarana li ser gundê me gelekî dijwar bû. Hevjînê min di wê navberê de pezên xwe diçêrand, em ji gund derketin, heta bombebaran raweste.”

Vegeriyan gund wêrankirî bû

F.A. di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku dema ew vegeriyan gundê xwe dîtin ku gund bi temamî hatiye ruxandin û wiha dom kir,”Rojeke destpêka sibatê pezê me bê hevjînê min vegeriyan malê. Dema min xwest lê bigerim, carke din top û hawan bi ser me de bariyan, me berê xwe da şikeftan û min gera xwe dewam ne kir. Ji ber topbaran û bombebaran dijwar bû, ez neçar bûm, bi 4 zarokên xwe re ji gund derkevin û berê xwe bidin bajarê Efrînê”

F.A. di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir wan nekarî bav û dayîka hevjînê xwe derbixin ji ber rewşa wan a tenduristî ne baş bû û temenê wan ê mezin û wiha dom kir,”Piştî ku Artêşa Tirk gund dagir kirin, em ne dikarîn vegerin gund û tu agahî ji wan nema ji me re hat. Piştî çend rojan min agahî ji xwîşka xwe girtin, di riya masnicer bi agahî dan min.”

F.A. da zanîn ku xwîşka wê jê re got ku dema dewleta Tirk a dagirker ketin gund gule bê ser û berê li ser welatiyên sivîl reşandin, lewma hevjînê wê dev ji pezê xwe berda û berê xwe da çiyan û wiha dom kir,”Hevjînê min çend rojan li çiya ma. Piştî çend rojan hat û li malê nêzî malbata xwe ku ne dikarîn birev in ma.”

F.A. her wiha destnîşan kir ku Artêşa Tirk welatî neçar dikir ku ji malên xwe derkevin û wiha dom kir,”hevjînê min û dayîk û bavê xwe nikarîn derkevin, lewma qebûl ne kirin derkevin. piştî 25 rojan Artêşa Tirk hevjînê min, dayîk û bavê wî revandin û birin qereqolekê li bajarê Qere Xan a Tirkiyê da lêpirsînê bi wan re bikin.”

F.A. got ku Arêtşa Tirk hevjînê wê êşkence kirin û dayîka wî jî qetil kirine û wiha dom kir, “Ez çarenûsa hevjînê xwe û bavî wî nizanim. Banga min ji aliyên têkildar re ku alîkariya min bikin da ku ez agahiyan ji wan bigirim.”

F.A. ji bo rewşa ewlekariyê ne xwest navê xwe eşkere bike û niha li dibistana El-Werdeyê ya kantona Şehbayê bi cih bû ye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ