LEZGÎN
EFRÎN – Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên Kantona Efrînê bi dijwarî topbaran, dikin. Şervanên YPJ û YPG`ê jî berisva êrîşan didin.
Nûçegihanên me, raghandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Ezazê, gundên Enab, Tenib, Qestel Cindo û Qetma yên navçeya Şera, bi çekên giran topbaran dikin.
Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser bersiva êrîşan dan.
Di topbarana dijwar ku heta niha dewam dike de, gelek top li nava zeviyên welatiyan ketin û zerar gihîşt wan.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê