Çeteyên dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî Efrînê û Şahbayê berfirek kirin

EFRÎN/ŞAHBA – Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe berfireh kirin û di van kêliyan de gundên  rizgarkirî yên herêma Şahbayê topbaran dikin û topbarana li ser Efrînê jî didome. Her wiha çete derbasgeha sereke ku koçber têre derbasî Kantona Efrînê dibin, topbaran dikin.EFRIN-SEHBA-ERISEN-TURKA ‫(1)‬

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bajarê Ezazê di saetên sibehê de, gundên Enab, Teneb, Qetma, Qesetel Cindo û Vêlat Qadî yên navçeya Şera, topbaran dikin. Paşê, çeteyan gundê Celbîr, Keşteyar, derdora kampa Şahba ya li Dêr Cemal û bajaroka Dêr Cemal, dane ber topan.

Nûçegihanên me raghandin ku çete derbasgeha sereke ya gundê Qetam ku têre bi hezaran koçber derbasî Kantona Efrînê dibin, daye ber topan.

Di van kêliyan de jî, çeteyên dewleta Tirk ji bajaroka Mari, bajaroka Til Rifet û Şêx Hîlal ên Şahbayê topbara, dikin. Hêzên Artêşa Şoreşgeran jî bersiv didin.

Di topbarana dijwar ku heta niha li ser Efrînê û Şahbayê dewam dike de, bi dehan top li gundên navborî ketin.

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …