Çeteyên DAIŞ û El-Nusra li gel Artêşa dagirker êrîşî Efrînê dikin

NAVENDA NÛÇEYAN –  Bi dehan endamên çeteyên DAIŞ′ê û Cebhet El-Nusra li gel Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gelê Efrînê dikin û rojane belgeyên ku têkîliya xurt a di navbera van komên çete û dewleta Tirk de, derdikevin holê

Derbarê van 4 çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra yên ku beşdarî êrîşên li ser Efrînê bûne, de hin agahî gihîştin destên me, em ê bi we re parve bikin.

Mihemed Esed Felah

مهند عباس ابو مصطفى

Muhened Esed Felah bi navê Ebo Mustefa tê naskirin, ji parêzgeha Hums taxa El-Wear e. Di despêka şoreşa Sûriyê salê 2012’an tevlî komên çete bû, piştî wê bi DAIŞ′ê re li  parizgeha Hums ma. Piştî wê di dîroka 9′ê meha Kanûna sala 2015’an de çete ji parizgeha Hums vekşîn, ew jî derbasî Idlibê bû piştî wê derbasî Reqayê bû û karê xwe bi DAIŞ′ê re li wir berdewam kir.

Piştî ku çete di Reqa de Şikîn Muhened reviya Tirkiyê û ji wir derbasî gundewarên parêzgeha Helebê bû û tevlî komê Çete ya bi navê ″Ceyş El-Nuxbe″ bû. Niha jî li navçeya Bilbilê li hember QSD′ê şer dike.

Elî Cedlen

علي جندل

Elî Cedlen ji parêzgeha Heleb taxa El-Saxor e, sala 2012’an tevlî koma Çete ya bi navê ″Ehrar El-Saxûr″ bû. Piştî wê salê 2014’an tevlî DAIŞ′ bû û li nexweşxaneya El-Eyûn de dima. Piştî wê kar di gundê Hirêtan de kir û piştî ku DAIŞ′ê li herêmê bi dawî bû, Elî tevlî koma çete ya bi navê ″Nûr El-Dîn El-Zenkî″ bû û bi wan re di eniya Henderat de kar kir.

Dema ku çete ji Helebê vekşîn ew reviya Tirkiyê û berî ku êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê dest pê bike, vegeriya Sûriyê û tevlî çeteyên ″Lîwa Sultan Murad″ bû da di operasyonê li dijî herêmê de cih bigire.

Sed Şobek

سعد شوبك

Sed Şobek ku bi navê Ebû El-Bera tê naskirin, ji gundê Kefer Naya yê gundewarên bakurê bajarê Helebê ye. Dema ku çeteyên DAIŞ′ê sala 2013′an derbasî gundê wan bûn, Sed tevlî wan bû. Dema ku DAIŞ ji gundewarên bakurê Heleb vekişiyan, di nava DAIŞ′ê de ma. Dema ku dewleta Tirk a dagirker şerê li dijî Efrînê ragihand, Sed di nava koma Çete ya bi navê ″Ceyş El-Nuxbe″ cih girt.

Mihemed Cûma El-Xûl

محمد جمعة الغول

Mihemed Cuma El-Xûl ji bajarê Heleb taxa Kerim El-Cebele, li bajarê Mari di nava koma çete ya bi navê ″Lîwa El-Muntesir″ de cih girt. Sala 2012’an jî li Helebê tevlî Cebhet El-Nusra bû, piştî ku çeta ji Helebê vekşîn, Mihemed tevlî koma çete ya bi navê ″Lîwa El-Muntesir bû û niha li eniya gundê Xelîl li hember QSD′ê şer dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …