Çeteyên DAIŞ′ê 3 malbat bi saxî şewitandin

 

REQQA – Çeteyên DAIŞ′ê 3 malbatên ku qebûl nekirin biçin taxên di bin dagirkeriya wan de, bi saxî şewitandin.

Roj bi roj çeteyên DAIŞ′ê li hember hêza şervanên QSD′ê bin dikevin û derbeyên giran dixwin. Ji ber vê yekê çete welatiyên sivîl ji gelek taxên Reqqayê dibe û li navenda bajêr bi cih dike, da wan wekî mertalên zindî bi kar bînin. Kesên ku li gorî wan tev nagerin jî, wan dikujin û dişewitînin.

Şervanên QSD′ê duh li taxa Reqqaya Kevin, 15 malbat ji herêma nêzî mizgefta kevin rizgar kirin. Wan malbatan xwe veşartibûn, da çete wan nebin navenda bajêr.

Welatiyê bi navê Ehmed Casim yek ji welatiyên ku hatine rizgarkirin, got ku çeteyan ew li taxê dorpêç kiribûn û wiha domand: ″Li Reqqayê çete welatiyên tevlî nava refên xwe dikin, da li dijî şervanên QSD′ê şer bikin. Kesên ku vê yekê red dikin jî, têne kuştin  û şewitandin.

Casim diyar kir ku çeteyan ji şêniyên taxê xwestin ku ji taxê derkevin û biçin taxên di bin dagirkeriya wan de û wiha axivî: ″Me xwe di malekê de veşart, em taxên di destê çeteyan de. 3 malbatên ku qebûl nekirin biçin navenda bajêr bi saxî ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.″

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …