Çeteyên artêşa Tirk kalepîran eşkence dikin û sivîlan direvîn in

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê 2 welatiyên bi temen mezin eşkence kirin, her wiha 4  welatiyên din ên ji gundên Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar.

Çavkaniyên ji Efrînê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên Efrînê direvîn in û bi îdîayên cûda yên ji rastiyê dûr in wan eşkence dikin.

Çavkaniyan dane zanîn ku çeteyên artêşa Tirk welatiyê bi navê Hisên Hecî Şêxo (55) û Kolîn Bîlal Hemo (85)  ên ji gundê Xelka ya herêma Raco bi awayekî hovane eşkence kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di encama lêdan û eşkenceyê de  Kolîn li ser hişê xwe çû. Piştre jî çeteyan Kolîn di odeyekê de bi cih kirin û nehştin ku tu kes nêzî wî bibe.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku Kolîn Bîlal Hemo jî birayê Bîlal Hemo ye û diyar kir ku hefteya derbasbûyî bi destê çeteyên dewleta Tirk li gundê Xalîka hate serjêkirin.

Çavkaniyekî din ji gundê Şengêlê ya navçeya Meydanê ya herêma Raco jî ragihand ku çeteyên Feyleq El-Rehman 2 ciwanên gund revandin, ciwanek jê re tê gotin Sîfar û yê din ji mala Etîş e. hate gotin ku çarenûsa herdû ciwanan ne diyare.

Li aliyê din jî çeteyan 2 birayên bi navê Ayat Ehmed Reşîd û Mahir Ehmed Reşîd ên ji gundê Ên El-Hecer Bekirî ya girêdayî navçeya Mabata beriys sê rojan revandin. Çarenûsa wan jî nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan ji hindirê bajarê Efrînê jî hate gotin, piştî çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê yên li dijî bargeh û navendên Artêşa Tirk û çeteyên wê, çetayan biryarek derxist  û welatiyên bajar neçar kirin ku bi şev deriyên xwe negirin, da ku dema şervan çalakiyan bikin, çete bikevin malên sivîlan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …