Çeteyê Erdogan: serê her kurdekî li ber kêrê ye

Çeteyekî Artêşa Tirk a dagirker ku niha li herêma Cindirêsê ya Efrînê dimîne li xwe mukur hat ku ew zarokan bi darê zorê tevlî xwe dikin. Di dengekê ku hatibû qeydkirin de çete dibêje”Bi saya xuda, serê her kurdekî li ber kêrê ye”.
 Dengek qeydkirî û wêneyek çeteyê bi navê Ziyad Ebû Xêş ku di nava cenazeyên sivîlan de ye kete destê nûçegihanê me.

Di dengê de, çeteyan îşaret bi kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Di wê dengî de çete wiha dibêje,ʺBi saya xwedê, serê her kurdekî li ber kêrê ye.”

Çavkaniyekê, diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk beriya çend rojan du welatiyên kurd li çerxeriya El-Wetenî ya bajarê Efrînê serjêkirin û ragihandin qedexe kiribûn.

Li gorî çavkaniyan, navê çeteyê ku wêneya xwe di nava cenazeyên sivîlan li herêma Cindirês kişandiye Zeyad Ebû El-Xêş e.

Çete Ebû El-Xêş 21 salî ye, ji Cebel El-Zawiya ye.

Her wiha di wêneyeke ku axaftinên di navbera çeteyekî û yekî din de gihîşte nûçegihanê me, çete dibêje zarokên 14 heta 25 salî di nava wan de hene.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …