Çeteyan welatiyekî Kurd bi hinceta ku ″kafire″ serjê kirin

 

MEDYA HENAN

REQQA – Çeteyên DAIŞ′ê kurê dayîka Hedla bi hinceta ku ″kafire″ kuştin, serjê kirin. Li sedema rasteqîn ew bû ku kurê wê Kurd bû.

Rojane rûyê qirêj ê çeteyên DAIŞ′ê ji cîhanê re diyar dibe. Dayîka Hedla Ehmed (60) ji gundê Qilhedê yê Kantona Kobanê ye, da zanîn ku çeteyên DAIŞ′ê kurê wê bi hinceta ku ″kafire″ kuştin.

Dayîka Hedla 30 salî bi hevjînê xwe re li bajaroka Meskenê ya girêdayî Reqqayê jiyan kir. Dema ku çeteyên DAIŞ′ê bajarok dagir kirin, destûr nedan ku  Hedla û hevjînê xwe ji bajarokê derkevin, da wan wekî mertalên zindî bi kar bînin.

3 kurên dayîka Hedla hene, yê mezin derketiye derveyî welat, yê din ê bi navê Ferhan (40) jî ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.

Dayîka Hedla bi çavên tijî hêsir çîroka kuştina kurê xwe wiha vedibêje: ″Piştî ku çeteyan nas kirin ku em Kurdin û ji bajarê Kobanê ne, girtin ser mala me, ji mere gotin hûn kafirin û kurê min Ferhan li pêşiya çavên min birin Reqqayê.″

Dema ku dayîka Helda li navendên çeteyan ên li bajarê Reqqayê pirsa kurê xwe kir, jê re gotin: ″Kurê te kafire û kafiran re têkildar dibe, ji ber vê me ew serjê kir″ û cenazeyê wî yê serjêkirî, avêtin pêşiya dayîkê.

Dayîka Hedla di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku beriya kurê wê kuştin, çeteyan gelek îşkence lê kirine, herdeh tiliyên wî jê kirine û lê dane.

ÇAVKANȋ:HAWAR

Check Also

Ji Bo Bîranîna 12 Gulîmorên Alaya Xweser a Şehîd Zîlan

Me sozek dabû rêhevalên xwe yên şehîd, soza me ew bû ku ger derbaskirineke dijminê …