`Çete her dever mayîn kirine û em hewl didin sivîlan rizgar bikin`

 

REQQA- Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku ciyê xwe di nava hemleya Reqqayê de digre anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê her devera Reqqayê mayîn kirine û ew hewldidin ku sivîlan bi awayekî saxlem bighînin herêmên bi ewle.

Hezar şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî tevlî hemleya rizgarkirina Reqqayê bûne. Li eniya şer a pêş li hemberî çeteyên DAIŞ`ê ku komkujî li ser gelê suryanî pêkanîn, şer dikin.

Şervanê suryanî Bbl Bbl ê ku ciyê xwe di Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de digre, niha li eniya pêş a derdora taxa El-Qadisiyê ku dikeve rojavayê bajarê Reqqayê şer dike.

Bol anî ziman ku ji dema ew ketine bajarê Reqqayê ango 6`ê hezîranê di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê de şer girane û wiha pê de çû:ʺ Çete bi çekên giran êrîş dikin û ji xendekên ku li mal û kolanên bajar kolandine êrîşa me dikinʺ.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Bol anî ziman ku çeteyên DAIŞ`ê tu dever ji bajarê Reqqayê nehiştine ku mayîn nekirine û ev tişt got:ʺ Çeteyên DAIŞ`ê li kolan, mal û li her deverê Reqqayê mayîn kirine û em her hewldidin ku sivîlan bi saxlemî ji herêmê rizgar bikinʺ.

Bol di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew li kêleka şervanên YPJ/YPG û hêzên dîtir yên QSD`ê li hemberî paytexta çeteyên DAIŞ`ê Reqqayê şer dike û ew bi vê yekê gelekî kêfxweşe.

Şervanê Meclîsa leşkerî ya Suryanî Bol Bol bang li hemû ciwanên Sûriyê kir ku tevlî nava refên QSD`ê bibin, herêmê ji terorê rizgar bikin û Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …