Cenazeyên 7 şehîdên Cenga mezin li Ebû Xeşeb hatin definkirin

HESEKÊ – Şêniyên bajarê Cezaa û gundên wê 7 şervanên QSD`ê ên ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de şehîd bibûn, li goristana Şehîd Xidir a gundê Ebû Xeşeb spartin axê.

Bi dehan şêniyên bajarokê Cezaa û gundên wê cenazeyê QSD`ê Ehmde Xelef (Şoreş Cezra), Remedan EL-Nasir (Ferat Cezra), Mehmûd EL-Ebdullah(Dehiş), Macid EL-Elî (Şêrgo Cezra), Elî Mihemed (Şocaa Cezra), Husên EL-Emo(Hogir Cezra), Ebdulletîf EL-Ekir(Derxam) ên ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de şehîd bibûn,  ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji erebeyan berê xwe dan gundê Ebû Xeşeb. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest  pê kir.  Piştî wê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û got ku bi saya şehîdan û berxwedaniya ku dan, ew dijminê ku tu kes nikarbibû li hember wî bisekine tê bikin û serkeftin bi dest xistin.HSK-MERASIMA-7-SEHIDA (4)

Badînî da zanîn ku yekîtiya li Bakurê Sûriyê ya hemû gelan ji hemû duniya yê re tekez kir ku QSD`ê hêza yekem a ku dikare li hember çeteyan şer bike  û hemû pîlanên dijber têk bibin.

Di dawiya axaftina xwe de Bengîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamiya riya şehîdan da.

Di merasîmê de Endamê Fermandariya QSD`ê Selman Cezra axivî û da zanîn  ku hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê ber bi dawiyê ve diçe, çeteyan di navenda bajar de hetine çemberkirin û ber bi tunebûnê ve diçin.

Selman di dawiya axaftina xwe de soza bi şehîdan re nû kir heynî avakirina Sûriyeke rizgarkirî.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan spartin axê.HSK-MERASIMA-7-SEHIDA (5)

Şêniyên gundê Ebû Xeşeb goristanek ku nêzî gund bû kirin goristana şehîdan, tê zanîn ku beriya van şehîdan 3`ê şehîdên din di goristanê de hatibûn definkirin. Goristan bi navê (Şehîd Xidir Hemada)  ku yekem şehîd bû li goristanê hate definkirin hate vekirin.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …