Cenazeyên 3 têkoşeran li goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin

HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG′ê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.  Her wiha nasnameya şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê hat eşkerekirin.HSK- MARSIMA- 3- SAHED (2)

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên YPG′ê Tariq Şiwêx (Tariq Dêrazor), Silêman Biro (Rustem Cûdî) û Mutesim Mihemed (Mutesim Hesekê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nesrîn Mirî Izet axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got, ″Bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê em jiyaneke bi ewle dijîn.″

Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl jî bi saya lehengiya şehîdan, herêmên Sûriyê ji terorê hatin rizgarkirin û wiha domand, ″Şehîd bûn sembola berxwedana gelên herêmê. Em soza şopandina riya wan didin.″HSK- MARSIMA- 3- SAHED (9)

Her wiha Endamê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Ehmed Milhim jî bal kişand ser têkoşîna şehîdan a ji bo jiyana azad û wiha got, ″Cangoriyên azadiyê têkoşîna xwe li ser esasê felsefeya Rêbertiyê dane meşandin û jiyana hevbeş ava kirin. Şehîd di dilê me de saxin tu carî namirin.″

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre dayîka şehîd Mutesim axivî û da zanîn ku wê kurê xwe fedeyî welat kir û dê hersê 3 zarokên xwe yên din jî feda bike, da şopdarên riya birayê xwe bin.

Di berdewama merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Erka Xweparastinê Enes Mele ku 15′ê Mijdara sala 2017′an di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, eşkere kir.

Di dawiyê de cenazeyên hersê têkoşeran di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …