Cenazeyên 3 şehîdên Xezeba Firatê li Cezra hatin oxirkirin

   BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê * HESEKÊ – Cenazeyên 3 şervanên QSD‘ê yên di pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne, li gundê Cezrayê hatin oxirkirin.HSK-MERASIMA-3-SEHIDA-LE-CEZRA ‫(116195841)‬ ‫‬

Bi armanca oxirkirina cenazeyên şervanên QSD‘ê Esmet Şêx El-Ebdullah (Ebû Fatima), Ehmed Şêx Cezer û Xidir El-Hemad (Xidir) ên di Hemeleya Xezeba Firatê de şehîd bûne, bi dehan şêniyên bajarê Hesekê li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn, piştî ku girse cenazeyên şervanan wergirtin, bi kerwanekî tirmpêlan berê xwe dane gundê Cezra ve derketin rê.

Cenazeyên şervanan li gundê Cezra ji aliyê bi dehan şêniyên gund hatin hatin pêşwazîkirin.

Li wir merasîmeke hate lidarxistin û bi rêzgiritinê dest pê kir.HSK-MERASIMA-3-SEHIDA-LE-CEZRA ‫(116195844)‬ ‫‬

Di merasîmê de, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest û anî ziman ku bi destê wan şehîdan gundê Cezra ji çeteyên DAIŞ‘ê hat rizgarkirin.

Li ser navê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk, rêveberê Meclîsê Hemed El-Şêx Şihade got: “Riya şehadetê pîroz e, wê tu kes nikaribe riya ber bi azadiyê ve bigire.”

Şêx Hemad di berdewama axaftinên xwe de anî ziman ku Erdogan hewl dide pêşveçûnên Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi Reqqayê ve paytexa DAIŞ‘ê asteng bike.HSK-MERASIMA-3-SEHIDA-LE-CEZRA ‫(116195847)‬ ‫‬

Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, Seyid Xidir soza şopandina xeta hevalên xwe yê şehîd nû kir.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirn.

Bavê şehîd Xidir jî anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e.

Di dawiya merasîmê de, girseyê cenazeyên şehîdan li ser milên xwe kirin û di nava dirûşmeyan û tilîlêyên dayikan spartin axê.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …