Cenazeyê şervanê YPG‘ê Mezlûm Ibrahîm hate veşartin

 EFRÎN – Bi sedan cenazeyê şervanê YPG‘ê Seydo Ibrahîm (Mezlûm Ibrahîm) ê ku dema erka xwe pê di anî di 4‘ê Çileyê de şehîd bû, li gorînstana Şehîd Refîq oxir kirin.

EFRIN-MERASIMA-SEHID-MAZLUM (6)

Girseya gel ku wêneyên şehîd û al û sembolên Şoreşa Bakurê Sûriyeyê bilind kiribûn, cenaze ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna ve bi rê ketin. Welatiyan di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz dikin.

Kerwanê oxirkirinê li goristanê ji aliyê sedan welatiyên navçeya Şera ve hate pêşwazîkirin. Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm bi tûraneke leşkerî ji aliyê YPG/YPJ‘ê ve dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin.

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Ehmed Ebdo û ji fermandarên YPG‘ê ya herêma Racoyê Rojhat Efrînê axivîn.EFRIN-MERASIMA-SEHID-MAZLUM (7)

Di axaftinan sersaxî ji mala şehîd re hate xwestin û berxwedana şervanan hate silavkirin.  Axaftivanan banga mezinkirina têkoşînê kirin û soza şopandina xeta wan nû kirin.

Axaftinan her wiha dewleta Tirk a dagirker îşaret kir û tekezî hate kirin ku gelê Efrînê bi hevgirtin û yekîtiya xwe dê pîlanên dewlata Tirk ên li ser Efrîn û Şehbayê têk bibin û destkefriyên herêmên xwe yên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bi parêzin.

Nasnameya şehîd ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Emîra Hemû ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Mezlûm di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …