Cenazeyê şehîdê Berxwedana Serdemê ber bi Hewlêr ve hate birêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê şervanê YPG’ê Başûr Soran (Mihemed Hadî)bi merasîmek bi heybet di deriyê Sêmalkan re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû.DRK-MERASIME-S-SORAN (5)

Şervanê YPG’ê Başûr Soran Mihemed Hadî ku di 25’ê Çileyê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû, îro saet 11:00’ê cenazeyê wî ji bi karwanek mezin giha deriyê sînor ê Sêmalkan-Fîşxabûr. Piştî merasîma li vir cenazeyê Başûr Soran ber bi bajarê Hewlêr ve cihê lê ji dayik bûye ve hate birêkirin.

Li Deriyê Sêmalkan merasîmek mezin ji bo oxirkirina şehîd Başûr hate lidarxistin. Bi sedan welatî, malbatên şehîdan, fermandarên YPJ û YPG, QSD, berpirs û rêxistin tevlî merasîmê bûn.

Her wiha di merasîmê de li ser navê hêzên leşkerî yên YPG, YPJ û QSD’ê Mihêdîn Xîrkî axivî, ji bo malbata Şehîd Başûr, gelê Kurd sersaxî xwest û bal kişande ser lehengî û berxwedana Şehîd Başûr.

Her wiha Mihêdîn Xîrkî bal kişande ser êrîşên li ser Efrînê û got; “Ne tenê dewleta Tirk û çeteyên hemû cîhanê êrîşê ser Efrînê dikin. Bêdengî jî tê wateya şirîkiya li gel van êrîşane. Efrîn wê ti carî çûk ne dane. Gel û şervanan soz daye yan wê li ser vê xakê şehîd bibin, an jî nahêlin xaka wan bikeve destê dijmin.”

Piştre jî merasîmek leşkerî ji bo şehîd Başûr Soran hate lidarxistin.DRK-MERASIME-S-SORAN (1)

Her wiha bavê Şehîd Başûr, Hadî Omer jî axivî û got; “Şehîd Başûr li dibistana Serok Apo hatiye perwerdekirin. Ji bo wê jî şoreşgerekî Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê bû. Bi vê boneyê bang li ciwanan dikim ku rêya wî bi şopînin. Bila dijmin keyfxweş nebin ku me Şehîd Başûr winda kir. Ji ber ku ez niha bûme xwedî bi deh hezaran gerîla. Ez serbilindim ku kurê min xiyanet li xak û gelê xwe ne kir û heya dawiyê berxwedan kir.”

Piştî axaftina cenazeyê Şehîd Başûr Soran bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Ey şehîd soz didin xwîna we li erdê nemîne’ û ‘Bi giyan û xwîn li gel te ne ey şehîd’ ber bi bajarê Hewlêr cihê lê ji dayik bûye ve hate birêkirin.

 

DRK-MERASIME-S-SORAN (2) DRK-MERASIME-S-SORAN (4)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …