Cenazeyê şehîd Heyder li Şedadê hate oxirkirin

HESEKÊ – Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê cenazeyê şervanê YPG′ê Heyder Şedadê ku di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bibû, oxir kirin.HSKI-MRASM-1-SHED (2)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervan Ûsama El-Seho (Heyder Şedadê) ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê, wergirtin û ber bi goristana şehîdên Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi torenek leşkerî dest pê kir. Paşê yek ji fermandarên YPG′ê Elî Hemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku şehîd ewên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin. Elî soza şopandina riya şehîdan heta dawiyê da.

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tilîliyan de hate oxirkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …